İbrahim Atmaca
04 Mijdar 2020•Rojanekirin: 06 Mijdar 2020
Li 7 bajarên ku Stenbol navend e dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî operasyon hat kirin û 19 kesên ku li gor tesbîtê ByLocka bernameya agahdarkirinê ya bişîfre ya rêxistinê bi kar anîne û di nav wan da berpirsên rêxistinê jî hene, hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze ya Stenbolê ji bo girtina gumanbarên ku li gor tesbîtê di nav wan da kesên ByLock bi kar anîne, îmamê zewicandinê yê nav FETOyê, îmamê Uskudarê yê şaxa Elewiyan, qaşo berpirsê xwendekarên herêma mezin û îmamên mehrem ên Artêşa Tirkiyeyê û ewlehiyê jî hene, xebat da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna navborî da li 7 bajarên ku Stenbol navend e, di heman demê da ser navnîşanên kifşkirî operasyon hat kirin û 19 gumanbarên ku di nav wan da kesên berpirs ên nav rêxistinê hene, hatin girtin.
Li ewlehiyê kar û barên gumanbaran dewam dike.