Türkan Tosun
04 Mijdar 2020•Rojanekirin: 04 Mijdar 2020
Li Şanliurfayê şewata ku li fabrîqeya tekstîlê da derketibû hat vemirandin.
Li gor agahiyan, li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya 1em ji ber sedemeke hê ne diyar e, agir bi depoya pembû ya fabrîqeyekê ket.
Şewat di demeke kin da gur bû û ekîbên agirkujê agir vemirandin.
Ji bo ku şewat negihêje depoyên din jî hewl hat dayîn, karkerên fabrîqeyê ji depoyan hatin derxistin.
Li fabrîqeyê zirar çêbû.