Merve Özlem Çakır
01 Adar 2022•Rojanekirin: 01 Adar 2022
Komîteya Îstiqrara Bihayan ew ê îro bicive û di civînê da rîskên ji ber geşedanên li Rûsya û Ukraynayê yên li ser enflasyon û arza vejen û xurekê ya li Tirkiyeyê werin nirxandin.
Di daxuyaniya Wezareta Xezîne û Darayiyê ya nivîskî da hat diyarkirin ku civîna 3yan a Komîteya Îstiqrara Bihayan ew ê îro di saet 19.00an da di seroktiya Wezîr Nurettîn Nebatî da were kirin.
Di civînê da geşedanên enflasyonê, gavên ji bo tevdîrên têkoşîna dijî enflasyonê hatin hildan û gavên werin hildan werin nirxandin.
Wekî mayîn rîskên ji ber geşedanên li Rûsya û Ukraynayê yên li ser enflasyon û arza vejen û xurekê ya li Tirkiyeyê jî ew ê werin nirxandin.
Di civînê da çapemeniyê tunebe.