Elif Irmak
09 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2020
Li Karliovaya navçeya Bingolê berf tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li tevahiya Tirkiyeyê yek ji cî û warên ku şert û mercên zivistanê dijwar derbas dibe yek jî Karliovaya nifûsê wê 12 hezar e. Karliovaya navçeya Bingolê ku li 1940 raqimî ye û navê xwe ji deşta bi berf hildide ji ber berfa ku bi şev dest pê kir û bênavber dewam kir spî xemilî. Li navçeyê sitûrahiya berfê ji 10 santîmêtroyî derbas bû.
Rêya Karliova-Yedîsuyê li tanga gundê Kaynarpinarê ji ber pûke û cemedê hat girtin, hin wesayît di rê da man. Bi saya ekîbên rêbejê rê hat vekirin.
Li navenda navçeyê şaredarî li rêyên gund jî ekîbên îdareya taybet xebatên paqijkirina berfê dikin.
Ji hêla din va li navçeya Yedîsuyê berfa ku bi şev dest pê kir navçe spîçîl kir. Kesên ji bo ku bilin kar ji malên xwe derketin bi dîtina berfê mat man.
Berf li gundan jî barî.