Gökhan Çalı,Ömer Faruk Salman
06 Sibat 2023•Rojanekirin: 06 Sibat 2023
Waliyê Qehremanmeraşê Omer Faruk Coşkun ji bo erdheja navenda wê navçeya Pazarcikê bû got: "Niha der heqê avahiyên hilweşiyane û hejmara mirî û birîndaran da ne mimkun e ku em agahiyekê bidin. Xesar mezin e."
Coşkun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî erdhejê dewlet bi hemû derfetên xwe hewl dide.
Di berdewamiya axaftina xwe da Coşkun got: "Niha der heqê avahiyên hilweşiyane û hejmara mirî û birîndaran da ne mimkun e ku em agahiyekê bidin. Xesar mezin e. Niha zû ye û dema agahî piştrast bûn wê demê wê daxuyanî bê dayîn."