Mümin Altaş,Enes Kaplan
25 Gulan 2022•Rojanekirin: 26 Gulan 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Me yek dilop xwîna eskerên xwe li cih nehişt û emê nehêlin. Emê bersivdana van êrîşên namerd bi operasyonan bidomînin."
Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê, pêşwazî li rêveberên Kulûba Basketbolê ya Anadolu Efesê ya Şampiyona Lîga Ewropayê ya THYê kir.
Erdogan ji 5 eskerên ku di operasyona Pençe-Kilîtê ya ku li bakurê Iraqê didome de de şehîd ketibûn got, "Rehma Xwedê li 5 eskerên me yên şehîd be. Me yek dilop xwîna eskerên xwe li cih nehişt û emê nehêlin. Emê bersivdana van êrîşên namerd bi operasyonan bidomînin."