Sarp Özer
25 Gulan 2022•Rojanekirin: 26 Gulan 2022
Di çarçoveya operasyona Pençe-Kilîtê da gelek çek, cebilxane û çeka tankşikênê ya AT-4ê ya malê Swêdê hatin qefaltin.
Li herêma Pençe Kilîtê ya terorîstên PKKyê 5 esker şehîd kirin digel şert û mercan operasyon dewam dikin.
Komeke terorîstên di şikeftê da rê li wan hat birîn û guh nedan bangewaziya "teslîm bibin"hatin berterefkirin û eskeran li herêmê şikeftên nû tespît kirin.
Hêzên ewlehiyê tewdîrên berfireh hildan û yek bi yek ketin şikeftên terorîstan û gelek çek, cebilxane û amûrên jiyînê bidestxistin.
Di şikeftan da têlevizyon, peyk, sobeyên xwegermkirinê û jeneretar hatin dîtin.
Şikeftên hatin dîtin qat qatî ji hev hatibûn cihêkirin û menzel bi menzel bûn wisa tê nirxandin ku ev şikeft qaşo ji alî serkêşên rêxistinê va hatine bikaranîn.