Türkan Tosun
28 Sibat 2021•Rojanekirin: 01 Adar 2021
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber 24emîn salvegera "darbeya postmodern" a 28ê Sibatê peyamek weşand.
Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Di dema 28ê Sibatê da ez Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê bûm. Ji ber helbesteke ku min xwend bi awayekî dijî hiqûqê min avêtin hepsê û xwestin ku jiyana min a siyasetê dawî bibe. Ez niha wek Serokomarê Tirkiyeyê yê ewil yê ku ji hêla rayên gel va hatiye hilbijartin wezîfeyê dikim. Li hemberî hemû astengkirinan bi şan û şerefê va ez xizmeta gelê xwe yê ezîz dikim. Darbe sûcekî mirovahiyê ye. Ez 28ê Sibatê jiyam, ez 28ê Sibatê dizanim."