Tirkiye

Gazî Balyozê Enqereyê yê Îranê Ferazmend kirin ku were Wezareta Karên Derva

İbrahim Atmaca  | 28.02.2021 - Rojanekırın : 01.03.2021
Gazî Balyozê Enqereyê yê Îranê Ferazmend kirin ku were Wezareta Karên Derva

Ankara

 Hat ragihandin, Gazî Balyozê Enqereyê yê Îranê Mihemed Ferazmend kirin ku were Wezareta Karên Derva. Ji ber ku Balyozê Bexdayê yê Îranê Irec Mescîdî Tirkiye rexne kir ku desthilatdariya Iraqê binpê kiriye, Tirkiyeyê bertek nîşanî Îranê da û hat gotin, tê hêvîkirin ku Îran di têkoşîna terorê da ligel Tirkiyeyê be, ne li dij be.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat dayîn, Mescîdiyê Balyozê Bexdayê yê Îranê di 23yê sibatê da mulaqat da saziya weşanê ya Rûdawê û Tirkiye rexne kiribû ku desthilatdariya Iraqê binpê dike. Li ser vê îro gazî Balyozê Enqereyê yê Îranê Ferazmend kirin ku were Wezareta Karên Derva.

Ji Ferazmend ra hat gotin ku Tirkiye daxiyaniyên ku dibêjin Tirkiyeyê desthilatdariya Iraqê binpê dike, red dike, operasyonên ku Tirkiye dike di eslê xwe da li dijî unsûrên PKKya ku îstiqrar, ewlehî û desthilatdariya Iraqê dixe hedef, di çarçoceya têkoşîna terorê da hat îcrakirin û miqamên Iraqê jî tê da her kes vê yekê dizane.

Hat gotin ku di heyama dawîn da di navbera Tirkiye û Iraqê da ziyaretên payebilind hatin kirin û di van ziyaretan da herdu alî jî mitabiq man ku PKKya rêxistina terorê tehdîdeke hevpar e û tê hêvîkirin ku Îran ne li dijî têkoşîna terorê ya ku Tirkiye dide be, ligel be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın