ANKARA
Qanûna der barê efû kirina hin cezayên disîplînê yên wazîfedarên qamuyê û karmendan, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Giştîname bi îmzeya Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan hat weşandin. Li gor qanûnê, karmendên ku piştî 28ê sibata 1997an ji kar hatibûn derxistin dê vegerin ser karê xwe.
Ji bo tayînê, divê karmend hetanî 1ê çiriya paşîn bi daxwaznameyan serlêdana xwe bikin.