Haydar Şahin
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
DIYARBAKIR
Aysel Yaşara Nûnera Diyarbekirê ya Platforma Jinan a 28ê Sibatê diyar kir ku bûyerên ku di beriya û dema 28ê Sibatê da qewimîn bûn sedema berterefkirina komên îslamî yên ku qîz û xort ji terorê dûr digirtin û ev jî kêrî PKKyê hat.
Aysel Yaşarê (44) got ku li Diyarbekirê ji ber biryarên 28ê Sibatê mecbûr ma dev ji Beşa Kîmyayê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê berda, bi sererastkirina ku di sala 2011an da hat kirin va dîsa dest bi xwendinê kir ku di 40 saliya xwe da mezûn bû.
Yaşar nûnertiya Diyarbekirê ya Platforma Jinan a 28ê Sibatê ya ku ji bo tiştên wê çaxê hatin kirin neyê jibîrkirin hat avakirin dike û der barê bûyerên ku wê çaxê qewimîn da agahî da nûçegihanê AAyê.
Yaşarê destnîşan kir ku wê û hevalên wê yên ku di dema 28ê Sibatê da ji ber sergirtinê dev ji xwendinê berdan ji vir 6 sal berê Platforma Jinan a 28ê Sibatê ava kirin û ji bo îadekirina mafên kesên ku xwendina xwe di nîvî da hîştin an jî piştî 2011î temam kirin xebatan didomînin.
- "Tirsa me ew bû ku me binçav bikin"
Yaşarê got wê çaxê ji bo ku serê xwe vekin zorbedarî dikirin lêbelê ji ber baweriya xwe serê xwe venekirin û wiha pê da çû:
"Tirsa me bi tenê vekirina serî nebû. Polês bi panzêran li ber derî disekinîn. Tirsa me ew bû ku me binçav bikin. Ji ber ve em mecbû man û me dev jê xwendinê berda. Di sala 2011an da afû derket û min dîsa dest xwendinê kir û di sala 2014an da qedand. Pêvajoyeke zor bû. Ez diya 3 zarokan bûm. Ser ra çend sal derbas bibûn, min mijar ji bîr kiribûn. Bi vî awayî min di sala 2014an da zanîngeh qedand.
- "Meydan ji PKKyê ra ma"
Yaşarê got ku sedema zilma ku wê çaxê li wan dikirin bi tenê hesasiyeta wan a îslamî bû, lewra derdê wan bi tenê ew bû ku civakê bigihînin asteke baş, tiştên ku bi biryarên Lijneya Ewlekariya Neteweyî yên 28ê Sibata 1997an hatin kirin ji xwe li aliyê me zûda dest pê kiribûn.
Yaşarê got ku pêvajoya 28ê Sibatê di serê salên 1990î da dest pê kir, bi zanatî hewl dan ku komên îslamî berteref bikin û wiha pê da çû:
"Dema ku Îslamê bijîn hin navan li we dikin. Mêr, bira û eqrebeyên me hatin binçavkirin. Birayên me yên ku diçûn mizgeftan zilm dîtin. Piştî 28ê Sibatê ya derbeya postmedern tesîra wê li bajarên rojavayê jî hatin dîtin. 28ê Sibatê kêrî PKKyê hat. Komên îslamî yên li vê derê hatin berterefkirin. Karên wan ji destê wan hatin hildan, hatin derdestkirin, erdê ra hatin kişandin. Meydan ji PKKyê ra ma."