09 Adar 2016•Rojanekirin: 09 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê operasyona ji bo sergirtina hendekan, rakirina barîqatan û îmhekirina teqemeniyan dabûn destpêkirin li ber dawîbûnê ye.
Qedexeya derketina derva ya ji bo ku ser hendekan bigrin, barîqatan rakin, teqemeniyan îmhe bikin û pergala kamûyê pêk bînin li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoxlu, Hasirlî, Cemal Yilmazê di 28ê mijdara 2015an da hatibû îlankirin dewam dike û operasyon didomin.
PKKya rêxistina terorê di Pêvajoya Çareseriyê da berpirsiyariya xwe bi cî neanî û dev ji çekan berneda, di ser da jî çekdarên xwe ji çiyê kişande navenda bajaran. Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û hêzên ewlekariyê ji bo ku bajaran ji wan paqij bikin operasyonan dikin.
Operasyon li 6 texên ku lê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin dewam dikin û hetanî nika di operasyonan da 268 terorîst hatin kuştin, 354 teqemenî hatin îmhekirin.
- Ji sedî 99ê herêmê ji terorîstan hat paqijkirin
Di operasynan da ji sedî 99ê herêmê ji terorîstan hat paqijkirin, hema hema tevahiyê gelê taxan herêm terk kirin, hêzên ewlekariyê ji bo welatiyên ku dixwazin ji êrîşên terorîstan ên di nav kuçeyên teng da asê mane ji herêmê derkevin tehliye dikin. Li herêmê her tim ji megafonan bangî welatiyan dikin ku sivîl ji herêmê derkevin, terorîst jî teslîm bibin.
Di encama banga hêzên ewlekariyê da hetanî nika 39 mêr, 12 jin û 12 zarok bi tevahî 63 kes ji herêmê hatin tehliyekirin. Wek mayîn ji herêmê cesedê mêrekî hat derxistin.
- Ekîba AAyê dîmenên operasyonê kişand
Ekîba AAyê dîmenên operasyonên ku li taxên Cemal Yilmaz û Hasirliyê dewam dikin kişandin. Di dîmenan da xanê dike ku terorsîtan dîwarên malan qul kirine û jê ra herin û werin û hin ciyên ku defik lê danîne jî bi eşyeyan girtine.
Ji ber teqîna teqemeniya ku terorîstan di kuçe û kolanan da bi cî kirine dê riyan da çal vebûne.