09 Adar 2016•Rojanekirin: 10 Adar 2016
ÎZMIR
Li Îzmirê di operasyona li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da tevî Serokê Bajêr ê HDPyê Cavît Ugur 22 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê da li 30 navnîşanan operasyon hat kirin.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da tevî Serokê Bajêr ê HDPyê Cavît Ugur 22 kes hatin binçavkirin.
Tê îdiakirin ku gumanbar di 3yê kanûna 2015an da tevlî merasima cinazeyê Dîlan Kortaka endama PKK/KCKya rêxistina terorê ku bi nasnavê "Gulçîn" tê zanîn û li Sancaktepeya Stenbolê mirî hat qefaltin, bûne û di merasimê da propagandaya rêxistinê kirine û tevlî çalakiyan bûne.