16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2016
ÎZMIR
Li Îzmirê di operasyona dijî hişbirê da 9 kîlo û 700 qiram esrar hat girtin, der barê bûyerê da 2 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Hişbirê li ser îxbarekê li ser rêya navçeya Bornovayê otobêsek dan sekinandin, bi kûçikên dedektor va li otobêsê geriyan. Di bagaja rêwiyan da di hundirê çentekî da 9 kîlo û 700 qiram esrar hat girtin.
Polêsan der barê bûyerê da H.A. (19) û Î.Y. (19) binçav kirin. Herdu şikbar piştî karûbarên fermî sewqî dadgehê kirin û dadgehê der heqê wan da biryara girtinê da û hatin girtin.