İbrahim Atmaca
18 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
SÎÎRT
Midûrê Tenduristiya Gel a Sêrtê Bahadir Ozdemir ragihand, îdia dikin ku ava vexwarinê ya bajêr bi rîsk e, ev îdia ne rast e.
Ozdemir daxuyaniya nivîskî da û li ser îdiayên ku li ser hesabên medyaya sosyal dibêjin jehr tevî ava vexwarinê ya bajêr kirine sekinî û got ku wan lêkolîn kir.
Ozdemir got ku ekîbên Şaxa Tenduristiya Der û Dor û Xebatkaran a Nexweşiyên Têger ji depoya avê du nimûne hildan ku analîz bikin. Ozdemir daxuyand ku di analîzan da tu pirsgirêk tune ye û ava vexwarinê paqij e û ew ê ji vir şûnda jî kontrol bikin.