09 Adar 2016•Rojanekirin: 09 Adar 2016
ADIYAMAN
Li Adiyamanê di çarçoveya operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 12 gumanbarên ku hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê kirin û 10 ji wan hatin girtin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yên Midûriya Ewlekariya Wîlayetê, operasyon li dijî endamên PKK/KCKê li dar xistin û 12 kes binçav kirin.
Piştî karûbarên îfadesitendinê gumanbar serwqî dadgehê kirin.
Dozgeriyê piştî lêpirsîne, 2 ji wan 12 gumanbaran serbest berda û 10 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.
Li Adiyamanê di 4ê sibatê da, di operasyona dijî PKK/KCKê da 12 kes hatibûn binçavkirin.