İbrahim Atmaca
08 Gulan 2019•Rojanekirin: 09 Gulan 2019
Li rojhilatê Marmarayê, Bakurê Egeyê, Rojhilatê Behra Spî, Anadoluya Navîn, Behra Reş, bakurê Rojhilatê Anadoluyê û li derdora Mûş û Bidlîsê barana gur û tavî teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, îro li tevahiya welêt hewa wê ewrsayî û pirewrayî be.
Li rojhilatê Marmarayê, Bakurê Egeyê, Rojhilatê Behra Spî, Anadoluya Navîn, Behra Reş, bakurê Rojhilatê Anadoluyê û li derdora Mûş û Bidlîsê barana gur û cî bi cî tavî teyrok tê payîn. Barana gur wê serê sibê li Bolu, Karabuk, Kastamonu, Çorum, Kirikkale û Çankiriyê, bakurê Enqereyê û naverasta Sînopê bibare.
Li gor texmînê germa hewayê wê li aliyên bakur û naverastan di navbera 4-8 pileyan da kêm bibe û li cihên din wê li gor demsalê be.
- Ji bo Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, li herêmê germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê be.
Hat destnîşankirin ku bayê ji aliyê başûr û başûrê rojava ra rabe hin caran bayê vegere bagerê, car caran şiliyê bibare.
Bi şev germahiya hewayê li Qersê 1, li Agiriyê 4, li Erzirom û Erdexanê 5, li Îdirê 10 û li Erzincanê 13 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 27, li Erzincanê 22, li Agiriyê 18, li Qers û Erdexanê 17, li Erziromê 16 pile be.