05 Nîsan 2016•Rojanekirin: 06 Nîsan 2016
ANKARA
Germahiya hewayê heta dawiya hefteyê li giştiyê welêt li gor demsalê wê di navbera 6 û 12 pile de zêde bibe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê li giştiyê welêt hewa germ e û ev germahî heta dawiya hefteyê wê zedetir bibe.
Meteorolojiyê daxuyand ku li gor texmînan germahî li gor demsalê wê di navbera 6 û 12 pile zêde bibe.
Ji bilî vê di daxuyaniyê de hat gotin ku li Rojhilatê Deryaya Reş û li cihên bilind ên Rojhilatê Anadoluyê dema berf dihele divê welatî bi baldar bin.