Elif Irmak
08 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2020
Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê tê texmînkirin ku aliyên rojava yên Tirkiyeyê û rojhilatê herêma Rojhilatê Anadoluyê dê parçe û cî bi cî pir ewrawî be, herêmên Marmara û Ege û aliyên Burdur, Isparta, Eskîşehîr, Duzce û Boluyê û aliyên bakur ên Antalyayê û rojavayê Enqereyê tavî û taviya bi birqetav derkeve û cihên din jî kêm ewrawî û sayî be.
Tê payîn ku şilî li herêmên Marmara û Egeyê (ji xeynî Aydin û Muxlayê) wek herêmî biquwet, aliyê Trakyayê, Stenbol, Balikesîr û Çanakkaleyê û navçeyên rojava yên Bursayê gelekî gur be.
Tê texmînkirin ku li aliyên rojava dê germahî biqasî ku bê hîskirin bikeve, li cihên din dê guherîneke girîng çênebe û di asta demsalê da dewam bike.
Divê hember neyiniyên wekî lehiya ji nişka va, rabûna avê, birûsk, bayê gur ê dema baranê da, teyroka ku ji ber barana gur çêdibin û bablîskoê baldar bin û dev ji tevdîran bernedin.