Türkan Tosun
07 Nîsan 2019•Rojanekirin: 09 Nîsan 2019
Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya qeşa, mij û dûmanê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û pir ewrayî be.
Li herêmê germahiya hewayê wê zêde neguhere, ji aliyê başûr va jî car caran ba wê rabe.
Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Îdir û Erzinganê 4 pile, li Agiriyê 0 pile, Li Erdexan û Erizromê di bin sifirê da 2 pile, li Qersê jî di bin sifirê da 3 pile hat pîvan.
Germahiya hewayê ya herî zêde ya nava rojê jî wê li Îdir û Erzinganê 18 pile, li Erizromê 12 pile, li Qersê 11 pile, li Agirî û Erdexanê jî 10 pile be.
Li giştiyê herêmê şev û serê sibê qeşa, mij û cemed wê çêbibe, ji ber vê hişyarî hat dayîn ku welatî bila baldar bin.