Önder Beyter
15 Hezîran 2020•Rojanekirin: 16 Hezîran 2020
Ji bo gundparêz Cengiz Pullu ku di erdheja li Bîngolê da şehîd bû merasim hat lidarxistin.
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz, Parlamenterê AK Partiyê yê Bîngolê Feyzi Berdibek, Alîkarê Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Enver Îskurt û Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu, malbat û eqrebayên şehîd beşdarî merasima ku li Mizgefta Mezin ji bo gundparêz Cengiz Pullu ku di erdhejê da şehîd bû hat lidarxistin, bûn.
Li ber cinazeyê şehîd ê li Alaya Tirk pêçayî rawestana rêzê nîşan dan û dû ra kurtejiyana şehîd Pullu hat xwendin.
Di merasimê da eqrebayên şehîd bi Kurdî zêmarî gotin, giriyan.
Oktay û Wezîr Kurum serxweşî dan malbatê.
Piştî nimêja cinazeyê, cinaze bi wesayîta veguhestinê ji bo definkirinê şandin gundê Kaynartepeyê.