HAKKARÎ
Serokê BDPê yê Navçeya Yuksekovayê Naîl Durmaz ji bo bûyerên ku 4 roj in li Geverê dewam dikin bangî gel kir û got: "Em dixwazin ku gelê me tevli bûyeran nebin û vegerin jiyana xwe ya rojane."
Piştî bûyerên ku li Geverê derketin û tê de 2 kes mirin û yek jî birîndar bû xwepêşandan dest pê kiribûn. Xwepêşandan duh êvarê bi dawî bûn.
Ekîbên paqijiyê yên girêdayî Şaredariya Geverê perçeyên MOBESEyan yên ku di bûyeran de hatibûn şkandin û barîkatên ku danîbûn ser rêyan hildan û paqijî kirin.
Serokê BDPê yê Navçeya Yuksekovayê Naîl Durmaz daxuyanî da û xwest ku gel vegere jiyana xwe ya rojane û kargehên xwe veke.
Durmaz wiha got: "Xwezî bûyerên wiha derneketana. Çi ji destê me hat me kir. Ji bo ku gelê me û esnafên me zirarê nebînin me hewleke mezin da. Lê mixabin mirov li hemberî vê wehşetê nesekinîn. Gel berteka xwe bi vî şiklî nîşan da. Piştî hewldana me bûyer rawestiyan. Em dixwazin ku hevalên me yên esnaf sibê zû pê ve kargehên xwe vekin û vegerin jiyana rojane. Êdî em hêvî dikin ku esnafên me dê kargehên xwe vekin. Divê jiyan vegere halê rojane. Em dixwazin ku gelê me tevli bûyeran nebin û vegerin jiyana xwe ya rojane."