ERZÛRÛM
Li Herêma Rojhilatê Anadoliyê hewa pir sar e. Li Agiriyê, bi şev germahiya hewayê di bin sifirê de 29 pile hat pîvan.
Li gor agahiyên Midûriyeta 12emîn ya Meteorolojiyê, herêm dê di bin hilmegûra nizm a ji aliyê Behra Spî ve tê de bimîne. Dibe ku danê êvarê berf bibare û heta roja înê dewam bike.
Li bajarê Erziromê bilindiya berfê 15, Navenda Kaşokê ya Palandokenê 60, Navenda Kaşokê ya Konakliyê 20, Navenda Kaşokê ya Bayraktepeyê 22 santêm hat pîvan.
Li hin bajaran pileya hewayê wiha ye: Agirî di bin sifirê de 29, Qers di bin sifrê de 21, Erzirom di bin sifirê de 19, Ardahan di bin sifirê de 15, Îdir di bin sifirê de 13 û Erzîncan di bin sifirê de12 pile ye.
Di vê navberê da peywirdarên meteorolojiyê hişyarî dan welatiyan, dibe ku ji ber sermayê qeşa çêbe, bila welatî baldar bin û li gor vê kar û barê xwe bikin.