Li ser banga Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, wezîr û fermandarên pêşmergeyan hatin bal hev.
Piştî civînê di malpera fermî ya hikûmetê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo parastina can û malan pêşmergeyan valahiya artêşa Iraqê dagirtine û wiha hat gotin: "Em emîniyê didin gelê ku li herêmên di bin kontrola pêşmergeyan de dijîn. Hizûr û ewlehî bi temamî din bin destê me de ye. Talûke tuneye. Pêşmerge dê bi dil û can van herêman biparêzin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku pêşmerge êrîş nakin tenê ji bo parastinê amade ne û wiha hat gotin: "Pêşmerge di parastinê de ne. Pêşmerge naxwazin şer derkeve û tevlihevî çêbe. Ji bo ku Iraq ji vê rewşê derkeve çareseriyeke siyasî lazim e. Rêbazên leşkerî meseleyê çareser nakin. Ev rêbaz ji yekîtî û hevkariyê dûr e. Bi hevkariya kurd, şiî û suniyan dê aramî were Iraqê."
Li gor daxuyaniyê li Kurdistanê û Kerkûkê û li ciyên ku kontrol hatiye bidestxistin dê yekeya operasyon, ewlehî û leşkerî ya bilind were avakirin. Dê ev yeke hemû hêzan kontrol bike.
Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya ji bo kesên ku xwe dispêrin Kurdistanê jî bangî raya giştî ya navneteweyî kir.