Li Mûsilê 5 roj in ku bê navber pevçûn didomin û ev pevçûn her ku diçe zêde dibin. Piştî ku DÎŞIyê Balafira Mûsilê, deriyê gumrika sînorê Iraq û Sûriyeyê û hin cihên stratejîk bi dest xist, gelê bajêr direve bajarên der û dorê.
Mûsiliyan duh êvarê dereng xwe spartin hêzên Pêşmerge. Ew jî mûsiliyan li ser rêya Hewlêr û Mûsilê didin sekinandin.
Ji ber ku gelek mûsilî hatin cihê ewlehiyê, hêzên Pêşmerge ew derbasî herêma Kurdistanê kirin. Mûsilî ji ber ku ji şer û pevçûnê revîn û hatin herêmê, gelekî betilîn û di nav wan de kesên ku xweve çûn jî hene. Gelê herêmê alîkariyê dide mûsiliyan û xwarin û avê li wan belav dikin.
- Kamp tên çêkirin
Ji bo malbatên ku hatin herêmê kamp dê bên çêkirin. Walîtiya Hewlêrê û Qaymeqamtiya Hebatê ji bo çêkirina kampan dest bi xebatan kirin.
Qaymeqamê Hebatê Rizgar Mistefa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi taybetî ji duh êvarê pê ve gelek kesan koçî vir kir. Ji ber ku bi hezaran kes dixwazin xwe bispêrin Hewlêrê, ew di tengasiyê de man, lewra wan amadehiya xwe nekiribû.
Mistefa destnîşan kir ji bo ku kesên ku koçî vir dikin biezimînin, ew bi polês, pêşmerge û personelên îdarî û tenduristiyê ve dixebitin û wiha dewam kir: "Gelê Mûsilê mecbûrî bajarê xwe terk dike û tê Hewlêrê. Em vê gavê di tengasiyê de ne, lê ji bo li wan xwedî derbikevin em ê derfetên xwe bi kar bînin. Em ê ji bo mêvanên xwe yên Mûsilê dest pê bikin ku kampan çêbikin."
- "Li Mûsilê mirin û tirs heye"
Leyla Hasila mûsilî got ku şerekî mezin li Mûsilê heye û kontrol ji destê hikûmetê derket.
Hasilê destnîşan kir ku du roj in DÎŞIyê gelek dever bi dest xist û bi sedan mirov kuşt û wiha dewam kir: "Ji bo em xwe xelas bikin em jî revîn. Em ji duh êvarê û vir ve li vir in. Li Mûsilê mirin û tirs heye. Me got bila tiştek zarokên me neyê û me mala xwe hîşt û em hatin."