Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî SANAyê, Serokê Dewleta Sûriyeyê Esed ji bo sûcên ku beriya 9ê hezîrana 2014an hatin kirin, biryara zagonsaziyê ya 'efûya giştî' mohr kir.
Di nûçeyê de nehat gotin ku çend kes dê bên efûkirin. Li gor nûçeyê cezayên îdamê dê veguhere cezayê hebsa heta hetaniyê û cezayê heta hetaniyê jî dê veguhere 20 sal cezayê hebsê. Her wiha kesên ku nexweşiya wan a giran hebe an jî temenê wan ji 70yî derbas bûne dê cezayê wan bê efûkirin.