Tirkiye

Ji artêşa Amerîkayê û YPG/PKKyê dîmena perwerdeya eskerî

Koalîsyona bin serkêşiya Amerîkayê da û YPG/PKKya mitefîqa wê vîdeoya perwerdeya hevpar a ku li Sûriyeyê didan terorîstan parve kirin

12.09.2019 - Rojanekırın : 13.09.2019
Ji artêşa Amerîkayê û YPG/PKKyê dîmena perwerdeya eskerî

Ankara

Artêşa Amerîkayê ji ser çapemeniya civakî vîdeoya perwerdeya hevpar a ku bi YPG/PKKya mitefîqê xwe ra dan terorîstan parve kir.

Operasyona Biryardariya Sirûştî a Hêza Peywira Yekbûyî (CJTFOIR) ya ku bin serkêşiya Amerîkayê da dijî DEAŞa rêxistina terorê hat avakirin ji ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmenên perwerdeya hevpar a ku bi mitefîqê xwe YPG/PKKya ku navê HDSyê bi kar tîne ra dan terorîstan parve kir.

Di peyamê da "Namzedên qomandoyan di 3yê tebaxê da li Sûriyeyê odeyek paqij dikin. Namzedên hêzên CJTFOIRê wek parçeyeke perwerdeya heyama havînê di Operasyonên Eskerî yên Eraziya Bejayê da perwerde kir."

Ji ser hesabên çapemeniya civakî yên tê zanîn ku ên YPG/PKKya rêxistina terorê ne jî heman dîmen û peyam hatin parvekirin.

AAyê di nûçeya xwe ya di 3yê îlonê da ragihandibû ku Amerîka û YPG/PKK di nav çend mehên dawîn da piraniya wan Ereb 700 terorîst perwerde kirin.

Perwerdeyên ku berê niha li Eyn Îsa û Til Abyada li sînorê Tirkiyeyê dihatin dayîn piştî hevdîtinên herêma ewle yên ku di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da destpê kirin kêşan kampên li aliyên başûr û rojhilat.

Bajaroka Şedadiya li ser bajarê Hesekê, bakurê navenda bajarê Reqayê û li Tabqayê şêwirmendên eskerî yên Amerîkayî 700 terorîst perwerde kirin û ew mehên havînê tevî nav sefên YPG/PKKyê bûn.

YPG/PKKyê jî perwerdeya îdeolojîk da wan kesên ku piraniya wan Ereb in.

Li gor agahiyên ku ji Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) hat hildan di perwerdeya navborî da li ser mijarên ewlehiya navxweyî, perwerdeya tesbît û îmhekirina teqemeniyên bidestçêkirî, kontra-terorê da şêwirmendî tê dayîn.

Amerîka ji sala 2015an vir va bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê piştgiriya eskerî dide YPG/PKKyê û Li Sûriyeyê hê jî 18 baregeh û cihên eskerî nêzî 2 hezarî personelên Amerîkayê hene.

Amerîka piştgiriya lojîstîk û perwerdeyê dide YPG/PKKya rêxistina terorê û ji sêyan yekê welêt di bin dagirkeriya rêxistinê da ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın