Nihat Kavşut
12 Îlon 2019•Rojanekirin: 13 Îlon 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ragihand Ozbekistanê biryar daye ku tevlî Konseya Hevkariyê ya Dewletên Bi Zimanê Tirkî Dipeyivin (Tirk Keneşî) bibe û Tirkmenistanê jî xwest ku bibe endamê çavdêr.
Çavuşoglu di bernameya Qursa Qaymeqamtiyê ya Heyama 105emîn da axivî û destnîşan kir Tirk Keneşiya ji bona alema Tirkan hatiye avakirin her diçe mezin dibe û got ku civîna îsal wê di 16ê Cotmehê da bê kirin û wiha dewam kir: "Xebereke min a xweş heye. Ozbekistanê jî biryar da ku tevlî Konseya Tirkan bibe. Bi fermî serî li sekreteryaya Konseya Tirkan xistin."
Mevlut Çavuşoglu diyar kir ji bona beşdariyê belgeyan ji Ozbekistanê ra şandine û got ku em ê pêvajoya fermî temam bikin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir cara ewil ji Tirkmenistanê jî sînyaleke erênî hildane û got ku dixwazin wek endamê çavdêr dest pê bikin.