Semih Erdoğdu
18 Tebax 2026•Rojanekirin: 18 Tebax 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Erdogan û Trump li ser têkiliyên dualî yên Tirkiye-Amerîkayê û mijarên herêmî û kurewî sekinîn.
Serokomar Erdogan destnîşan kir, di rageşiya navbera Îran û Amerîkayê da girîng e ku meriv herî zêde ji dîplomasiyê îstifade bike, ew hêvî dikin ku mizakere dewam bikin û Tirkiye wê ji bo hewildanên aştiyê piştgiriya xwe bidomîne.
Erdogan di axaftinê da got ku bi Pakistan û Erebistana Siûdî ra Peymana Parastinê ya Hevpar hat îmzekirin û wan bi vê peymanê va seba temînkirina îstiqrar û ewlehiya herêmî helwesteke xurt nîşan da.
Serokomar Erdogan daxuyand, di heyameke ku seba pêvajoya aştiyê ya Xezeyê derbasbûna qonaxa duyemîn tê armanckirin da rêvebiriya Îsraîlê çalakiyên xwe yên ku Filistîniyan dixin hedef, zêde kirin; Tirkiye wê piştgiriya xwe ji bo aştiya mayînde ya herêmê û gavên ku wê ji bo avakirina ji nû va ya Xezeyê werin avêtin, bidomîne.