ÎSTANBÛL
Her du pîlotên tirk Murat Akpinar û Murat Agca li Beyrûdê teslîmî hêzên ewlehiyê yên Lubnanê kirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin, her du pîlotên tirk bi helîkopterê gihiştine balafirgeha Refîq Herîrî ya li Beyrûdê.
Her du pîlot piştî ku gihiştin balafirgehê bi balafireke taybet ber bi Tirkiyeyê ve bi rê ketin. Balafira ku ji Lubnanê bi rê ket di saet 23.10an de li Balafirgeha Ataturkê ya Îstanbûlê danî. Ji bo pêşwaziya pîlotan Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, malbatên pîlotan endamên çapemeniyê û gelek kes hatin.
Her du pîlot ji balafirê peya bûn û ji aliyê Serokwezîr ve hatin pêşwazîkirin. Serokwezîr ji wan re got û "Hûn bi xêr hatin û kefaret be."
Hat ragihandin ku Serokomar Abdullah Gul jî bi têlefonê li jinên pîlotan geriya û ji ber sebr û bêhnfirehiya wan ji wan re spas kir. Li gor agahiyên ku ji Serokomariyê hatin hildan Gul ji jinên pîlotan re got: "Ji bo me cejnê nû dest pê kir."
Serokê Meclisê Cemîl Çîçek jî ji malbatên pîlotan re got derbasî be. Hat destnîşankirin ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî ji bo serbestmayîna pîlotan gelek kêfxweş bûye.
Pîlotên tirk Murat Akpinar û Murat Agca jî diyar kirin ku tu car hêviya xwe winda nekirine û ji bo xilaskirina wan Serokwezîr Erdogan di serî de ji bo her kesên ku hewl dane re spasiyên xwe anîn ziman.
Akpinar got: "Dewleta me heta dawiyê li pişta me bû û tu car em bi tenê nehiştin. Me zanibû ku dê me li wê derê bêxwedî nehêlin. Xwedê ji hemûyan razî be.
Pîlotê alîkarê Akpinar Agca jî got: "Xwedê derdên wiha nede tu kesî. Ji Serokwezîrê me re ez pir spas dikim. Xwedê jê razî be ji bo ku em gihandin malbatên me."
Her du pîlot li Lubnanê hatibûn revandin û piştî 71 rojan ji dîltiyê xelas bûn û serbest man.