WASHINGTON / BERLÎN
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYEyê Jen Psakî dest nîşan kir ku ew jî piştgiriyê didin banga Almanyayê ya dixwaze Serokomarê Misrê yê hilbijartî Muhemed Mursî serbest bê berdan. Lê Psakî diyar nekir ku ka heke serbest bê berdan dê Mursî wekî Serokomarê Misrê qebûl bikin an na.
Jen Psakî di civîna çapemeniyê de li ser pirsa "Îro Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê bang kir ku Mursî serbest bê berdan, gelo hûn jî wisa difikirin?" wiha got: "Belê." Gava rojnamevan dîsa pirsî "Hûn jî dixwazin Mursî bê berdan?" Psakî got: "Erê."
-Gelo DYE Mursî dê wek Serokomar qebûl bike?
Psakî pirsa ku "Gelo dema ku artêşa Misrê Mursî berda, hûnê wî wek Serokomar qebûl bikin?" weha bersivand: "Yê ku der heq pêşeroja xwe de û helwesta xwe ya ji vê şûnde de biryarê bide gelê Misrê ye."
-Almanyayê xwest ku Mursî bê berdan
Li paytexta Almanyayê Berlînê Berdevkê Wezareta Karên Derve Martîn Schaefer dest nîşan kiribû ku Almanya dixwaze Mursî azad be. Schaefer diyar kiribû ku li Misrê çi texrîbata siyasî çêbe dê zirarê bide pêşaroja Misrê.