QAHÎRE
Li qada Rabîatul-Adewiyeyê ji 30yê hezîranê vir ve hejmara gelê ji bo piştgiriya Mursî derketiye qadê her roj zêde dibe.
Alîgirên Muhemed Mursî ji bo piştgiriyê li çar aliyên welêt, di bin navê "seferberiyê" de li çar qadên welêt kom bûn. Di serî de li her du qadên paytext Qahîreyê Rabîatul-Adewiye û Nahdayê, bi tevahî li hemû welêt bi sed hezaran kes beşdarî xwepêşandanan bûn.
-Li Misrê alîgirên Mursî bûne yek
Li Misrê piştî ku artêşê dest danî li ser rêveberiyê û Mursiyê ku bi hilbijartinê bibû Serokomar ji wezîfê dûr xist, xwepêşandanên piştgiriya Mursî dikin, zêde dibin.
Komisyona Koalîsyona Neteweyî ya Piştgiriya Qanûnîbûnê dike, bi navê "seferberiyê" bangek kiribû û gihîşt hedefa xwe ya "hevgirtina milyonek kesî." Piştî ku gel ji çar aliyan ve ket qada Rabîatul-Adewiyeyê, jimara xwepêşandêran ji milyonekî derbas bû.
Ji hêla din ve ji bilî qadên Adewiye, Nahda û Ramsesê, li gelek deverên welêt gelê piştgiriya Mursî dike civiya, rê girtin û hejmar ji 2 milyon kesî zêdetir bû. Piştî Şoreşa 25ê Kanûna Paşîn di dîroka Misrê de ev cara duduyan e ku evqas kes li qadan berhev dibe.
Wekî din li hin deverên din êrîş li hin cihên qontrola ewlehiyê hat kirin lê tu kes nemir.
Li bajarê Refah, Nîvgirava Sîna û herêma Şêx Zuweyd êrîş li 5 cihên ewlehiyê hatin kirin, lê tu kes nemir û birîndar nebû. Her weha li Îskenderiyeyê jî xwepêşandan berdewam dikin.
Li paytext Qahîrê ev çend roj bûn qada Tehrîrê ji bilî hin komên piçûk vala bibû, lê hin alîgirên derbê li Tehrîrê civiyan û fitara xwe li wir xwarin û nimêja terewîhê kirin.
Artêşê jî li hin deveran bi helîkopteran belavok belav kirin da ku xwepêşandêr nêzîkî avahiyên resmî nebin.