QAHÎRE
Li Misrê derbenexwaz ev çend hefte ne ji bo daxwaza demokrasiyê qadan vala nahêlin. Li hember vê yekê jî Wezîrê Parastin û Serokê Sererkaniyê Abdulfetah es-Sîsî dixwaze çavê derbenexwazan bitirsîne.
Li Qahîreyê bi hezaran kes digel tehdeya artêşê hatin Qada Rebîatu'l Adewiyeyê. Xwepêşandêran di bin germahiya 35 pîleyê de nimêja înê kirin û xwepêşandêr hêj jî li qadê ne.
Tê payîn ku qerebalix piştî fitarê heya derengî şevê zêde bibe.
Di vê navberê de piştî banga es-Sîsî li meydana Tehrîrê jî bi hezaran derbexwaz civiyan. Yekîneyên artêşa Misrê jî li Qada Tehrîrê cihê ewlehiyê pêk anîn.