ERBÎL
Lijneya Amadekariya Konferansa Neteweyî ya Kurdan dê sibê di bin rêveberiya Serokê Dîwana Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Îraqa Federal (RHKÎF) Dr. Fuad Huseyin de li Hewlêrê bicive.
Di lijneyê de ji Tirkiyê 6, ji Îranê 5, ji Suriyê 4 û ji Herêma Kurdistan a Îraqê jî 5 kes hatin hilbijartin. Komîteya Amadehiyê, dê dîroka konferansê, navê beşdaran û hin hûrgiliyên teknîkî eşkere bike.
Komîteya Amadehiyê ku ji 21 kesî pêk tê piştî civîna ku di bin serokatiya Mesud Barzanî de hat kirin hate bal hev û daxûyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wezîfeya wan bi tenê karên teknîkî û îdarî ye û der barê mijarên siyasî û rojeva konferensê de jî tu bîryarê nadin.
Ji bo Konferansa Neteweyî gava ewil roja duşemê Mesud Barzanî avêtibû. Li ser daweta Barzanî nûnerên sivîl û siyasî li bajarê Selahaddînê di Qesra Serokatiyê de civiyabûn. Barzanî ji beşdaran xwestibû ku wek nûnerên kurdan tevbigerin û bi awayekî partîzan tevnegerin.
Ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) parlementer Mulkiye Bîrtane û Husamettîn Zenderlîoglu, Kordînatorê Însiyatîfa Azadiyê Adem Ozcaner, Serokê Komeleya Kurdên Şoreşger û Demokrat (DDKD) Îmam Taşçier di lijneyê de ne. Endamên Konseya Rêveber ên KCKê Zekî Şengalî û Ronahî Serhat jî ji kontenjana Tirkiyê ketin lijneyê.