Ahmet Aydın
08 Mijdar 2020•Rojanekirin: 09 Mijdar 2020
Serokatiya Rêveberiya Reşa Acîl Afetê (AFAD) a Wezareta Navxweyî ragihand ku hejmara miriyên di erdheja Îzmîrê de gihiştiye 115an.
Li gorî daxuyaniya AFADê piştî erdheja 6,6 a ku 30ê cotmehê çêbû, 46 ji wan zêdetir ji şîdeta 4ê, bi giştî 2 hezar û 846 paşhej hatine tomarkirin.
Li gorî agahiya ku ji Navenda Kordînasyona Afet Tendirustiyê (SAKOM) hat sitendin, di erdhejê 115 kesan canê xwe ji dest da, 1034 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 1011 kes taburcî bûn û dermankirina 23 kesan berdewam e.