Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz li Meclisê di hevdîtinên li ser tezkereya Iraq û Sûriyeyê de li ser navê hikûmetê axivî û got: "Geşedanên li Iraqê, hewce kir ku em ji bo pevçûnên li herêmê û trajediya mirovahiyê stratejiyeke yekbûyî û berfirehtir çêbikin. Civaka navneteweyî heta ku pêngavên bi biryar neavêje dê li herêmê pevçûnên hê mezintir derkevin."
Wezîr Yilmaz li ser armanca tezkereyê sekinî û wiha axivî: "Armanca vê tezkereyê kêmkirina bandora neyînî ya van pevçûnên ku li sînorê me diqewimin e. Deriyê me ji bo kesên ku ji ber şer hatin asteke wisa ku her tiştê xwe winda kirin, canê xwe bi zorê xilaskirin re her dem vekiriye. Lê belê tê dîtin ku ev mijar bi mazûvantiya kesên ku ji bo xilaskirina canê xwe direvin, nayê çareserkirin."
-"Ji bo ewlehiya me ya neteweyî tehdît in"
Wezîr Yilmaz got ku "Di serî de DÎŞI komên alîgirên radîkalîzmê li Sûriyeyê bandora xwe zêde dikin û ev yek ji bo ewlehiya me ya neteweyî rasterast tehdîdeke gelekî mezin e" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"DÎŞI niha 37 kîlometro dûrî sînorê Tirkiye û Sûriyeyê yê herêma Qereqola Rûmetê ya Suleyman Şah e. Ev yek jî rasterast ji bo ewlehiya me ya neteweyî xetere ye û bi awayekî eşkere tehdîdeke. Parastina Qereqola Rûmetê ya Suleyman Şah ya ku parçeyekî welatê me ye peywira eslî ya dewleta me ye. Komara Tirkiyeyê ji bo bicîanîna vê peywirê dê nekeve nav tu dudiliyan."