28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
IGDIR
Li Îdirê dijî ekîba Îdareya Taybet ya Îdirê ku li zozana bintara Çiyayê Agiriyê ji bona çêkirina xeta avê çûbûn bi bombe û çekan êrîşa terorê hat kirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê ekîba Îdareya Taybet ya Îdirê bi kamyoneta N.K. diajot tevî wesaîta ku makîneya kar lê barkirî bû û M.P. diajot ji bona çêkirina xeta avê çû Zozana Qorxanê ku bi bintara Çiyayê Agiriyê ye.
Dema ekîb diçû terorîstan teqemeniya kiribûn rê teqandin.
Li gor agahiyan ji ber teqînê di kamyonetê da xisar çêbû û terorîstan gule berdan M.G. û M.P.yê ji wesaîtê peya bûn.
Piştî êrîşê M.G. û M.P.yê revîn bi saya esker û gundparêzan hatin dîtin.
Hêzên ewlehiyê ji bona dîtina N.K.yê şofêrê kamyonetê û berterefkirina êrîşkaran li herêmê derketin operasyonê.