Fatih Gazioğlu
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2018
SÎVAS
Li Sîwasê tireke ku ceh barkirîbû wergeriya, şofêr birîndar bû û 6 ton ceh jî rijiya erdê.
Tira pîleqeya wê 58 UD 260 û şoferê wê Halîl Eken bû xwest ku ji gundê Akkaya biçe Sîwasê. Tira ku ceh barkirîbû li ser rêya Sîwas û Qeyseriyê li tanga Taşlidereyê wergeriya.
Di qezayê da şofêr Eken birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Numuneyê.
Piştî qezayê rêya Sîwas û Qeyseriyê bêhnekê ji hatin û çûna wesayîtan ra hat girtin.
Rê piştî xebateke bi qasî 2 saetan dewam kir hat vekirin.