19 Mijdar 2015•Rojanekirin: 19 Mijdar 2015
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya ATV û A Haberê bû û pirsên der barê rojevê da bersivand.
Erdogan der barê hilbijartina 1ê mijdarê da got, "Terciha gel tecelî kir; ev jî îstiqrar û pêbawerî ye. Zêdebûneke normal tune. Ji sedî 41î dîsa derkete ji sedî 49.5an. Dema ku min dev ji partiyê berdabû jî ev rêje nêzîkî ji sedî 49.5an bû. Nika jî gelê me dîsa bi heman rêjeyê va AK Partî anî îqtidarê."
Daxuyaniya Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry bi bîra Serokomar Erdogan xistin û pirsîn ku gelo li dijî DAEŞê operasyonê bê kirin an na li ser vê Erdogan wiha got:
"Mijara DAEŞê nika di asteke wisa da ye, di hedefê da ye. Çima di hedefê da ye? Lewra DAEŞ niha ji bo welatê me tehdîd e. Li nav û dervayê welatê me, li sînorê me. Ji ber vê yekê dibê em jî bi hêzên koalisyonê ra di tevgerê da bin. Em ê vê bikin. Çima? Lewra tehdîd e. Kînga bê kirin ew hê eşkere nîne. Ez her tim dibêjim 3 sernav zehf girîng in. Ya ewil herêma ji firînê ra hatiye qedexekirin, ya 2yan herêma ku ji terorîstan hatiye paqijkirin a ewledar e, ya 3yan jî perwerdeke-çekan bidê ye. Dibê evna teqez bên kirin. Nika yekeyên me yên eleqedar li ser van dixebitin. Lê belê di mijara demê da em nikarin tiştekî bêjin ku kînga yê bibe, ew mijareke din e, pêvajo di kontrola me da ye."
Serokomar Erdogan diyar kir ku li herêmên ku teror lê tên kirin hetanî ku dewlet encamekê bidest bixe xebatê dewam bikin. Erdogan wiha pê da çû: "Li kîjan navçeyê dibe bira bibe, heke li ciyekî qedexeya derketina derva hat îlankirin hetanî ku li wê derê dewlet encamê bidest bixe lêgerîn û xebatê dewam bikin. Encamê bê bidesxistin lê heta ku hizûr bê wê derê paşê xebatê bidawî bin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê êrîşî rêveberiyê dikin û tehrîk dikin û wiha pê da çû: "Şikur ji Xwedê teala ra feraseta gelê me lîstikên wan derxiste valahiyê. Bawer dikim ku ev helwesta me yê di pêşerojê da jî dewam bike. Min wê rojê jî got, dema axaftinê nîne dema îcraetê ye, Înşaellah em ê bi hikûmeta teze va gav bi gav pêş da herin."