Sinan Uslu
14 Sibat 2023•Rojanekirin: 16 Sibat 2023
AFADê ragihand ji ber erdhejên ku navend Meraş e 36 hezar û 187 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya AFADê, piştî erdhejên mezinahî 7,7 û 7,6 ên navend Pazarcik û Elbistana navçeyên Meraşê, 3 hezar û 170 paşhej çêbûn.

Li parêzgehên Meraş, Entabê, Riha, Diyarbekir, Edene, Adiyeman, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê hejmara kesên mirin derket 31 hezar û 974an. Her wisa 195 hezar û 962 erdhejzede ji parêzgehên erdhejê lê da, hatin texliyekirin.
Li herêmê 35 hezar û 249 personelê xilaskirinê yê ekîbên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlekariya Qeraxan, DAK, Guven, îtfaiye, texlisiye, MEB, STK û her wiha ekîbên navneteweyî peywirê dikin. Hejmara personelê lêgerîn xilaskirinê yê biyanî derket 9 hezar û 456an.
Her wiha tevî xwebexşan hejmara personelê AFAD, Ewlekarî, Cendirme, MSB, UMKE, ambulansan derket 259 hezar û 89an.

Ji bo herêma erdhejê 12 hezar û 235 wesayîtên kar û yên curbecur hatin sewqkirin.
Her wiha ji 40 zêdetir walî, 158 amîrên rêveberiya mulkî, 19 rêveberên payebilind ên AFADê û 68 midûrên parêzgehê li herêma afatê peywirê dikin. Ji xeynî van, ji bo kordînasyona alîkariyên navneteweyî, 13 balyoz û 17 personelê Wezareta Karên Derva li herêmê hatin peywirdarkirin.
Ji bo 10 bajarên ku erdhejê tesîr lê kir ji hêla AFAD û Heyva Sor 227 hezar û 762 kon, 2 milyon û 607 hezar û 390 betanî û 48 hezar û 271 konteyner hatin sewqkirin.

Ji hêla Heyva Sor, AFAD, MSB, cendirme û saziyên civakî yên sivîl 334 mitbaxên mobîl, 86 wesayîtên îkramê, 33 firûnên mobîl û 330 wesayîtên xizmetê bo herêmê hatin şandin.
Xwarin, vexwarin û melzemeyên din ji bo erdhejzedeyan tên belavkirin.

Ji bo xizmetên piştgiriya derûnnasiyê jî 3 hezar û 682 personel û 993 wesayît hatin sewqkirin. Li herêma erdhejê ji bo 221 hezar û 651, li dervayî herêma erdhejê ji bo 34 hezar û 954, bi tevahî ji bo 256 hezar û 605 kesî piştevaniya psîkososyal hat dayîn.
