Durmuş Genç
03 Hezîran 2025•Rojanekirin: 04 Hezîran 2025
Waliyê Muglayê Îdrîs Akbiyik ragihand di erdheja ku bi mezinahiya 5.8an ya ku di saet 02.17an da li Behra Spî çêbû, bandor li ser 75 welatiyan kir û ciwanekî 14 salî yê ku qeyrana panîkê derbas kir jî mir.
Walî Akbiyik ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku erdhejeke bi mezinahiya 5.8an a ku navenda wê Behra Spî ye çêbû.
Akbiyik destnîşan kir ku erdhej 10.43 kîlomêtro dûrî navçeya Marmarîsê û 67.91 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Walî Akbiyik diyar kir ku piştî erdhejê ekîban li qadê dest bi xebatan kirine û wiha got: "Heta niha erdhêjê bandor li ser 75 welatiyên me kir. 61 nexweş hatine taburcîkirin. Miayene û dermankirina 2 nexweşan li serwîsa acil dewam dike. Ewladekî me yê 14 salî yê ku di erdheja navçeya Fethiyeyê da qeyrana panîkê derbas kiriye û ew anîne nexweşxaneyê jî li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî."
Akbiyik anî ziman ku piştî erdhejê li bajêr di binesaziya vejen, xaza siruştî, ava vexwarinê û kanalîzasyonê da rewşeke neyînî ya ku bandorê li ser jiyanê bike çênebû.
Walî Akbiyik got li tevahiya bajêr tu avahî hilneweşiya û li qadê xebat dewam dikin.