2015 ж. 29 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 29 қыркүйек
VAN
Li Wanê, Hevseroka Navçeya Çaldiranê ya HDPyê Derya Gonul û kesekî din bi hinceta "alîkarî û piştevanî dan rêxistina terorê" hatin girtin.
Li gorî agahiyên ku hatin hildan, ekîbên bajêr û navçeyê yên Midûriya Ewlekariyê li ser îxbara "ji bo rêxistina terorê malzeme neqil dikin" ser rêbeja Wan-Çaldiranê kamyonetek dan sekinandin.
Di lêgerînê de 29 maskeyên berfê, 33 lepik, 10 aku hatin desteserkirin. Hat destnîşan kirin ku dê ev malzeme ji endamên rêxistina terorê yên li derdora Çiyayê Tendûrekê di kozikan de ne re, bibirana.
Hevseroka Navçeya Çaldiranê ya HDPyê Derya Gonul û 2 gumanbarên din ên di wesayitê de hatin binçavkirin.
Gonul û ji gumanbaran yek bi hinceta "alîkarî û piştevanî dan rêxistina terorê" hatin girtin. Gumanbarê din jî di çarçoveya kontrola edlî de serbest berdan.