Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş beşdarî merasîma salvegera 20emîn ya Parlamenterê DEPê yê berê Mehmet Sîncarê ku li Batmanê di sala 1993an de hatibû kuştin, bû.
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterê Xweser yê Mêrdînê Ahmet Tûrk, Serokê Şaredariya Sêrtê Selîm Sadak û komek mirov li Qada Cumhuriyetê kom bûn û ber bi Goristana Kiziltepeyê ve meşiyan.
Demîrtaş li wir axivî û diyar kir ku dewletê ji bo peydakirina kujerên Mehmet Sîncar hêj tiştek nekiriye û berpirsyar nehatine darizandin. Demîrtaş wiha axivî: "Doza Ergenekonê hat vekirin. Ew kesên ku di vê dozê de hatin darizandin der barê vê kuştinê de gelek tişt dizanibûn û divê der barê vê dozê de pirs ji wan bihatana kirin."
Jina Mehmet Sîncar Cîhan Sîncarê jî sipasiya kesên ku beşdarî merasîme bûn kir.