Haydar Şahin
09 Îlon 2020•Rojanekirin: 09 Îlon 2020
Cinazeyê Tuxgeneral Sezgîn Erdoganê li Îdlibê di dema wezifeyê da aciz bibû û şehîd ketibû piştî merasima li Hatayê hat lidarxistin şandin memleketê wî.
Merasim li Balafirgeha Hatayê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin. Bekîr Pakdemîrliyê Wezîrê Çandinî û Daristanan, Walî Rahmî Dogan, Korgeneral Sînan Yaylayê Fermandarê Artêşa 2yan, Erhan Uzunê Fermandarê Tumena Piyadeyên Mekanîze ya 6an, Huseyîn Yaymanê Parlamenterê Hatayê yê AK Partiyê, endamên protokolê û hevalên wî beşdarî merasimê bûn.
Helwesta rêzê hat nîşandan û kurtejiyana Erdogan hat xwendin û paşê jî cinaze şandin Çeneqeleyê.