09 Îlon 2020•Rojanekirin: 09 Îlon 2020
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku ji 2 terorîstên di çarçoveya Operasyona Yildirim-4 Munzur Kutuyê da hatibûn berterefkirin yek di Kategoriya Sor da yek jî di Kategoriya Gewra a Lîsteya Terorîstên Lê Digerin da cî digrin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya Operasyona Yildirim-4 Munzur Kutuyê da li Tunceliyê 2 terorîst bi sîlahên wan hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji wan yek Erol Volkan Îldemê bi navê "Nubar" tê zanîn ê qaşo komîserê siyasî yê TKP/ML TÎKKOya rêxistina terorê yê eyaleta Dêrsimê ye, terorîsta din jî Fadîme Çakila bi navê "Roza"yê tê zanîn e. Îldem di Kategoriya Sor da cî digirt û ji bo wî10 milyon xelat hatibû danîn, Çakilê di Kategoriya Gewr da cî digirt û ji bo wê 500 hezar xelat hatibû danîn.
Wezaretê wekî mayîn diyar kir ku li Axula herêma Hekariyê jî di operasyonê da 3 terorîst hatin berterefkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li ser hesabê medyaya civakî diyar kir ku Çakil, Îldem û 3 terorîst jî li Hekariyê hatin berterefkirin û got, "Em qehremanên xwe ra sipas dikin cendirme."