Ali Kemal Zerenli,Mert Murat Yaşar
26 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2026
HATAY (AA) - Li Îskenderûna navçeya Hatayê di dikanek xirdewatê da şewat derket, ji ber şewatê xisar çêbû.
Li Taxa Çayê di dikana xirdewatê da ku li nêzî îstasyona sotemeniyê ye şewat derket. Sedema şewatê hêj nayê zanîn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên polês, tenduristî û agirkujiyê hatin cihê bûyerê.
Piştî xebatên dirêj agir hat temirandin. Di dikanê da xisar çêbû.