Lale Köklü Karagöz,Mehmet Bayrak
30 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2024
Sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin welatê xwe, ji deriyên sînor ên Cîlvegozu, Yayladagi û Zeytîndaliya li Hatayê ra vegera wan dewam dike.
Sûriyeyiyên ku di kêliya şerê navxweyî da xwe spartin Tirkiyeyê, piştî têkçûna rejima Beasê ya 61 salî, ji bo ku vegerin welatê xwe, 3 deriyên sînor ên li Hatayê jî bi kar tînîn.
Sûriyeyiyên ku çûn ber Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê yê li navçeya Reyhanliyê, di korîdora ku cendirmeyan seba yekrêziyê ava kir da ketin dorê ku kar û barên xwe yên gumrikê bidin çêkirin.
Li vê derê wesayîtên Yekeya Xizmetê ya Mobîl a Îdareya Koçê jî sekinîne ku kar û barên derbasbûna Sûriyeyiyan lez û beztir bimeşe.
Kesên ku miemeleya wan a gumrikê kuta dibe, derbasî Sûriyeyê dibin.
Heyva Sor a Tirk û hin saziyên alîkariyê li malbatên Sûriyeyî, li wezîfedarên li herêmê şorbe bela dikin.
Şadî Havranê 17 salî ji bo ku derbasî Sûriyeyê bibe, li ber Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê ketiye dorê. Havran ji rojnamegeran ra got ku 13 sal e ew li Tirkiyeyê ye.
Havran diyar kir, ew bi 4 xwişk û birayên xwe ra vegere Îdlibê û bavê wan li wê derê benda wan e û wiha dewam kir:
"Înşellah ez ê li wê derê dest bi jiyaneke nû bikim. Ez li Tirkiyeyê 4 salan di loqinteyê da xebitîm, min kevçî û kodik şûştin û garsontî kir. Di heman demê da 8 salan çûm dibistanê, paşê li Adapazariyê bi cih bûm. Xwedê têxe nesîb, înşellah ez ê ji xwe ra loqinteyeke piçûk vekim. Xwedê ji Tirkan, ji Recep Tayyîp Erdogan razî be, ji me ra gelekî baş bûn. Li welatê me hizûr heye, her tişt heye."
Ubade Allep (27) jî diyar kir ku ew ê bi 5 ferdên malbata xwe ra biçe Hamayê.
Allep diyar kir ku 13 sal e dê û bavê xwe nedîtiye û wiha dewam kir, "3 zarokên min çêbûn û zarokên min kalik û pîrika xwe nedîtine. Em ji Tirkiyeyê gelekî razî ne, her wext ligel me bû. Şer kuta bû, ji ber wê ez diçim Sûriyeyê."