Önder Beyter
09 Îlon 2020•Rojanekirin: 10 Îlon 2020
Ali B. ku tê îdiakirin di çarçoveya xwerêxistinkirina nû ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da "îmamê zewacê" yê rêxistinê ye, hat binçavkirin.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê bi dest xist, xebatên ekîbên Serokatiya Herêma Enqereyê ya MÎTê û Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê yên deşîfrekirina xwerêxistinkirina nû ya FETOyê didomin.
Li ser îxbara, rêxistina ku piştî hewildana derbeya 15ê Tîrmehê belav bû, di hin qedemeyan da jinûva dest bi xwerêxistinkirinê kir, ekîban bi awayekî teknîkî û fîzîkî dan dû şopa Ali B. ku hat tesbîtkirin, fealiyetên rêxistinê yên "zewacê" bi rê va dibe. Ekîban tesbît kir ku Ali B. li ser telîmata rêveberên rêxistinê yên li dervayî welêt, zewaca di nava xwe da ya mensûbên FETOyê yên li Tirkiyeyê kordîne dike. Ekîban li ser vê agahiyê operasyon li dar xist û berşik binçav kir.
Ali B. ku Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê ya 8emîn ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê" der heqê wî da biryara qefaltinê derxist, di encama lêkolînkirina têlefona ku ji ser wî derket da, hin peyam hatin tesbîtkirin ku berşik zewaca nava rêxistinê kordîne kiriye.
- "Ji xwe hê jî xizmeta aktîf dike"
Beşek ji peyamên ku endamên rêxistinê ji hev ra şandine ev in ku nîşan didin, digel ku 4 sal di ser hewildana derbeya FETOyê ra derbas bûye jî , lêbelê endamên rêxistinê hê jî dest ji xweorganîzekirinê nakişînin:
"... Ablayek heye. Doza an jî tiştekî wê yê din tuneye şikir. Meriv dibêje qey ji vî hevalî ra dibe. 1995. Mezûna maliyeya Gaziyê ye. Bejn 1.65-66 li Îzmirê rûdinê. Bav teqawid e. Staja mişawiriya darayî dike. 1,5 sal hê heye ku biqedîne. Dê û bav ketin û derketin, beraet kirin. Heger ji bo heval guncan e, ez wêne biavêjim."
"Temam e, ez dipirsim abê."
"Sala 1995 jidayîk bûye, Zanîngeha Enqereyê dê îsal mezûn bibe, 1-2 dersên wê mane. Li Enqereyê dijî. Memleketê wê Uşak e. Li mala me dimîne. Nêrîna malbatê ya me yek e. Vêga dosyeya wê tuneye. Li Enqereyê li dersxaneyekê mamostetî dike. Rewşa wê ya madî zehf rind e, ji hêla menewî jî yeke zehf baş e, enerjîk û pozîtîf e, ji xwe hê jî xizmeta aktîf dike."
"Bûyîn 96, Zanîngeha Yildirim Beyazitê mezûna Maliyeyê ye. 6 sal û 3 meh ceza xwar îsal biharê. Li Enqereyê dijî, li cem malbata xwe dimîne. Ji 15ê Tîrmehê vir va wekî asayî li cem me dima. Bi eslê xwe ji Kirşehirê ye. Malbata wê berê ji me bû, lê niha li ser heman nêrînê nînin."
Eşkere bû ku ji ser kesên ku bi Ali Byê bikarhênerê ByLockê ra têkildar in, lêkolînên MÎTê yên di warê sazûmaniya zewacê ya rêxistinê ya li Tirkiyeyê da didomin.