10 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
VAN
Li Wanê tîmên cendermeyan di du mehên dumahiyê da derbeyeke mezin li fînansa PKKa rêxistina terorî da.
Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Cendermeyan ya Bajêr hat dayîn, tîmên cendermeyan di du mehên dumahiyê da li dijî fînansa rêxistina terorî 146 operasyon li dar xistin.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku di operasyonan de 300 kîlo eroîn, 54 kîlo esrar, 750 pakêt cixareyên qaçax, 10 ton tûtin, 2 ton sotemenî û nêzîkî 3 hezar melzemeyên eloktronîk hatine bidestxistin.
Herwiha wiha agahî hat dayîn:
"Di operasyonan da 211 kes hatin binçavkirin. Ji wan jî 57 kes hatin girtin. Melzemeyên ku hatine bidesxistin bihayê wan nêzîkî 29 milyon lîre ye. Ev operasyon nehatiba kirin dewletê dê bacê da 4 milyon 575 hezar lîre zirar kiriba."