Nihat Kavşut
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
ANKARA
Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê destnîşan kir îdia û şîroveyên di hin rojnameyan da derketin û dibêjin li Şemdinliya navçeya Hekariyê li hin kesan xistine rast nînin û wiha hat gotin: "Ji bo lêkolîna îdiayan xebatên edlî û îdarî dane destpêkirin û mifetiş hatiye wezîfedarkirin."
Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê da hat destnîşankirin di hin rojname da û li ser medyaya civakî şirove û îdia hene ku dibêjin li Şemdinliya navçeya Hekariyê gumanbarên ji ber êrîşa PKKya rêxistina terorê ku tê da polêsek hatiye şehîdkirin hin kesên hatine binçavkirin hatine hincirandin û wiha hat gotin: "Îdia rast nînin. Rêxistina terorê wekî dema operasyona di sibata 2017an da li Korukoya Nisêbîna navçeya Mêrdînê hat kirin dixwaze propagandayeke neyînî bike. Dema operasyonê rêxistina terorê dest bi propagandayê kiribû û digot hêzên ewlehiyê zext û tedayiyê li welatiyan dikin."
- Mifetiş hat wezîfedarkirin
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin dixwazin heman rêbazê li Altinsuya Şemdinliyê jî bikin û hat gotin berevajyiyê vê welatî ji zexta rêxistinê aciz in.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin îdia û şîroveyên di hin rojnameyan da derketin û dibêjin li Şemdinliya navçeya Hekariyê li hin kesan xistine rast nînin û wiha hat gotin: "Ji bo lêkolîna îdiayan xebatên edlî û îdarî dane destpêkirin û mifetiş hatiye wezîfedarkirin."